Nadine Menza: Tirkiye komkujiyan dike, dema cezakirina wê hatiye

Cîgira Serokê Komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Menza, destnîşan kir ku Tirkiyê li dijî herêmê komkujiyan pêk tîne, lewra dema hatiye Tirkiyê bê cezakirin. Nadine bang li hêzên navnetewî kir ku zextê li Tirkiyê bikin, da Tirkiye ji Sûriyê vekişe.

Cîgira serokê komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Menza derbarên serdana xwe ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî re axivî.

Nadine Menza, rewşa Olan li herêmê weke destkeftinên mezin dît, ku tenê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî mirov dikare azad ola xwe pêk bîne.

Nadine bal kişand li ser armanca serdana xwe ji herêmê re û got:

“Me gelek pêşniyar der barê rewşa Sûriyê de pêşkêş kirin, jê jî divê dewleta Tirk ji Sûriyê vekişe.

Dewleta Tirk êrîşî herêmên Sûriyê kir û mafên azadiya bawerî û olan têk biriye.

Me sûcên dewleta Tirk ên di asta qirkirina komî li dijî herêmê de, belge kirin.

Nadine Menza destnîşan kir ku komserî derbarê herêmên dagirkirî, pir bi fikar e û heta niha gelek doz ji komseriya navneteweyî re tên rakirin da pê biaxivin.

Nadine mukur hat ku DYA hewl dide rastiya ku dewleta Tirk sûcan dike paşguh bike û xwesteka kongreya Amerîka ya birîna cezayan li dijî dewleta Tirk tine.

Cîgira serokê komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî dibêje:

“Dem hatiye ku Amerîka cezayan li dewleta Tirk bibire.

Erdogan perspektîfên Trump ên pêkanîna sûc û kuştina sivîlan paşguh kir.

Divê Trump li ser sûcên Tirkiyê cezayan bisepîne.”

27’ê Cotmehê, şandeyek komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî serdana herêmê kir û bi rayedarên Rêveberiya Xweser û saziyên wê re civiya û ji bo naskirina Rêveberiya Xweser jî, soza kar û xebatê da.

Back to top button