Berpirsekî Amerîkî: Cezakirina Tirkiyê nêz dibe

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê R.Clarke Cooper ragihand ku birîna cezayên Amerîkî li Tirkiyê ji bo mijara S-400an, êdî nêz dibe.

Cooper ji çapemeniyê re diyar kir ku Tirkiye hîna li pey pergala S-400 e, ji lew re birîna cezayan, bijarteyeke pir li pêş aniha.

Li gorî berpirsê Amerîkî, sala par Waşington Enqere agahdar kiribû ku xebitîna pergala S-400 xeta sor e û aniha ew hemû xebatên xwe dikin da Tirkiyê ji paş vê yekê vegerînin.

Ev daxuyanî piştî ragihandina serokkomariyê Tirkiyê Erdogan bi hefteyeke hat, ku wan pergal di 16ê Cotmehê de ceribandiye.

Li gorî qanûna Kongressê ya bi navê “dijberên Amerîkayê”, Waşington dikare cezayên aborî li Enqereyê bibire.

Back to top button