Rêveberiya Xweser bi peyamekê ev roj li gelê Sûrî pîroz kir

Bi boneya rojbûna pêxmber Mihemed, Rêveberiya Xweser peyamek da û rojbûn li cîhana Islamî û tevahî gelê Sûrî pîroz kir.

Rêveberiya Xweser di peyama xwe de ji Xewdê hêvî kir ku aştî û aramî li Sûriye û hemû cîhanê çêbibe û rojbûn li civaka Îslamî pîroz kir.

Di vê çarçoveyê de, Rêveberiyê, îro Pênçşemê, ji bilî saziyên ku karê wan rojane ye, ji bo hemû saziyan betlane ragihand.

Back to top button