Foza Yûsiv: Divê Gerîla û Pêşmerge di vê demê de bibin yek

Endama Desteya hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsiv têkildarî aloziya ku PDK’ê li Başûrê çêkiriye jî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi destê PDK’ê amedekariya şerekî navxweyî dike û teqez kir ku divê Gerîla û Pêşmerge bibin yek û bi yek helwestê li hember dijmin bisekinin. 

Endama Desteya hevserokatiya PYD Foza Yûsiv têkidarî şandina hêzan ji aliyê PDK’ê bo qadên Gerîla ji televizyona me er axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi destê PDK’ê amedekariya şerekî navxweyî dike.

Foza Yûsif, ev tiştê di navbera Kurdan de pêk tê, sûcekî netewî bi nav kir..

Foza da zanîn ku eger şerekî navxweyî di navbera Kurdan de rû bide, wê Kurd bi kêmanî sed salan bi paş de vegerin û ev wê bibe nuqteya qirkirina wan.

Foza Yûsif teqez kir ku kî bibe sedema şerê birakujiyê, gel ti carî wî efû nake.

Foza destnîşan kir ku Rojava li hemberî DAIŞ û çeteyên wê bû mertal û pirsî gelo “çi zirar gihiştiye Başûrê Kurdistanê heya ku hikumeta wê xendeqan li ser sînor dikole?.

Li gorî Foza Yûsiv, îro roja rakirna sînoran, ne ya kolandina qendeqan e, ji ber sînor mejî û dilê gelê Kurd parçe dike.

Endama Desteya hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsiv di dawiyê de got:

“Divê gelê Rojava ji bo şerên navxweyî dernekevin, rabin ser pêyan û bi yek helwestê li hember dijmin bisekine.”

Back to top button