ALMANYA, INGILÎSTAN Û DANÎMARK DAXWAZA TRUMP RED KIR

Di wextekê de ku şerê li dijî hebûna DAIŞ’ê ber bi encamê ve diçe, mijara girtiyên wan dikeve rojevê de.

Serokê Emerîka Donald Trump hişyarî dabû ku, eger welatên Ewropa welatiyên xwe nebûn, wê werin berdan.

Li ser vê yekê Almanya, Danîmark û Ingilîstan ev bang red kirin.

Qonaxa dawî ya tinekirina DAIŞ’ê ber bi encamê ve diçe.

Di encama têkoşîna şervanên YPG, YPJ û QSD’ê de nêzî hezar çeteyên biyanî bi saxî hatine girtin.

Rêveberiya Xweser gelek caran bang li welatan kir ku, welatiyên xwe werbigrin û dadgeh bikin.

Herî dawî jî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka Donald Trump bang li welatên Ewropayê kir ku welatiyên xwe yên DAIŞ’ê werbigirn û ev hişyarî da.

“Eger hûn welatiyên xwe nebin, alternatîfeke din heye, ew jî berdana wan e.

Lê belê ew naxwazin careke din DAIŞ li ewropayê belav bibe”

Têkildarî mijarê bersiveke erênî ji welatên navborî derneket.

Wezareta Karên Derve ya Elman daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya wezaretê de ev tişt tê gotin;

“Ji ber ku li Sûriyeyê nûnertiyeke wan a fermî nîne, li ser welatiyên Elman ên li herêmê ne agahiyeke zelal nekarîne werbigirin.

Hin agahî tên ku dibêjin, hin welatiyên me li girtîgehê ne. Lê em nikarin bi rêya çavkaniyên xwe van piştrast bikin.”

Ev daxuyaniya wezaretê weke redkirina ji daxwaza Trump tê dîtin.

Ji ber ku, hevpeyîvînên çeteyên Alman bi awyekî zêde cihê xwe di çapemneiya Almanî de girtin.

Her wihe gelek aliyên ji Hikûmeta Alanya ragihandin ku, ji sala 2013’an ve nêzî 1050 kes ji Almanya hatine Sûriyê û Iraqê.

Lê belê hîna bi rêjeya sedî 75 vengeriyane Almanya..

Li aliyê din jî, tûkildarî heman mijarê daxuyaniyek ji Danîmarkayê jî derket.

Berdev û berpirsyarê karên derve yê serokwezîrê Danîmarkê Aastrûp Jensen got,

“Ew mirovên herî metirsîdar ên li dinyayê ne. Em wan naxwazin.”

Her wiha beriya bi çend rojan jî, welatiya Ingilîz Sahnmîma Begûm a di nava DAIŞ’ê de gotibû, ew dixwaze vegere welatê xwe.

Lê belê Wezîrê Karên Hundir Sajîd Javîd diyar kiribû ku ew Begûm û DAÎŞ’iyên din naxwazin û wiha dewam kir;

“Kesa navborî bi terikandina Îngilîstanê û tevlîbûna li nava DAÎŞ’ê hêrsa xwe ya li dijî welatê xwe nîşan daye.

Eger te destek dabe rêxistina terorê ya li derveyî welat, di mijara astengkirina vegera te de wê ti fikara min nebe.”

Di heman çarçoveyê de Wezîrê Edaletê yê Îngilîz Davîd Gaûke dazanîn ku ev yek li dijî destûra bingehîn e ku pêşî li vegera welatiyek Îngilîz bê girtin û wiha got,

“Nabe ku em welatiyên xwe bê dewlet bihêlin, naxwe wê pirsgirêka qanûnî derkeve.”

Leave a Reply

Back to top button