Nordic Monitor têkiliya Erdogan bi el Qaîdê re eşkere dike

Têkiliyên dewleta Tirk a dagirker û rêxistinên mîna El Qaîdeyê hê jî di rojeva cîhanê de ye.
Malpera Lêpirsînan a Swêdî Nordic Monitor da xuyakirin ku Erdogan ji bo veşartina têkiliyên bazirganî yên li gel Yasîn El-Qadî yê “piştevanê berê yê Qaîdeyê”, telefoneke şîfrekirî dabû kurê wî Me’az El-Qadî.

Erdogan, li ser hemû astan têkiliya wî bi tundrew, terorîst û çeteyan re eşkere dibe..

Malpera Lêpirsînan a Swêdî Nordic Monitor di lêpirsîneke xwe de têkiliya Erdogan a digel piştevanê berê yê Qaîdeyê eşkere kir.

Nordic Monitorê diyar kir ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi awayekî neqanûnî telefoneke şîfrekirî, radestî kurê piştevanê darayî yê berê yê Qaîdeyê kiribû, da ku ti kes nikaribe telefona wî derbas bike.

Nordicê Monîtor eşkere kir 18’ê Adara 2013’an mezintirîn karmendên Erdogan “Hesen Dogan” û Me’az El-Qadî “kurê Yasîn El-Qadî” bi peywendiyeke telefonî nîqaşa çawaniya kirina peywendiyeke telefona şîfrekirî kiribû.

Hesen Dogan di peywendiyê de, Mu’az El-Qadî agahdar dike ku Erdogan dixwaze pê re peywendiyekê bi rêya telefona şîfrekirî bike.

Li gorî malpera Swêdî, navê telefona şîfrekirî Milcep K2 ya nifşê duyem e. Li Tirkiyê ji aliyê Meclisa Lêkolîna Zanistî û Teknolojiyê ve tê hilberandin.

Jimara van telefonan kêm e.

Ji aliyê Dezgeha Istixbarata Tirk ve li rêveberiya siyasî û leşkerî yên bilind tên belavkirin.

Malpera Nordic Monitor destnîşan kir ku Erdogan ev telefon dabû Mu’az, da ku karê bazirganiya xwe ya digel bavê wî Yasîn veşêre.

Malper der barê rêkeftinên Erdogan û Mu’az ên bazirganiyê de jî dibêje:

“Malbata El-Qadî û hevalên xwe, tev li ajendeyên razberî yên Îxwanan ên girêdayî Misir û Sûriyê bûbûn.

Yasîn El-Qadî, tevî ku çûyîna wî ya Tirkiyê qedexekirî bû, çend caran bi dizî serdana Erdogan û serokê MÎT’ê Hakan Fîdan kiribû.

Erdogan jî ji bo ku ti kes rêya wî asteng neke, parêzvanê xwe dişand balafirgehê.”

Nordic Monitorê destnîşan kir ku dadgeheke Tirk ya ku serkariya dozên terorê dike, guhdarîkirina li telefona Mu’az erê kiribû.

Jixwe têkiliya Erdogan bi El Qaîdeyê re ne tiştekî nû ye, ji ber hema bibêje li hemû deverên cîhanê, piştevaniya tundrew û çeteyan dike û roj bi roj ev têkilî û peywendî ji gelek aliyên navneteweyî ve eşkere dibin.

Back to top button