Li navçeya Mabata çeteyan du jin û welatiyekî birîndar kirin

Dagikeran li navçeya Mabata du welatî revandin û sê welatî jî birîndar kirin.

Rojane sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî zêde dibin.

Li gel revandin,û kuştina Efrîniyan dagirkeran mewsima wan yên zeytûnan didizin û dîroka Efrînê jî talan dikin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragihand ku 25’ê Cotmehê, çeteyan li ser rêya navenda Mabata û gundê Dargirê gule bêserûber reşand.

Di encnamê de 3 welatiyên bi navê Narîn Yûsiv Cawîş, Mihemed Şebo û hevjîna wî hatin birîndarkirin.

Dagirkeran li navçeya Mabata welatiyek û hevjîna wî revandin

24’ê Cotmehê jî, istixbarata dagirkeriya Tirk welatiyê bi navê Ibrahîm Xencer û hevjîna wî yê bi navê Narîn ji navenda navçeya Mabata revandin.

Rêxistinê da zanîn ku beriya bi demekê jî istixbartê, keça wan ya bi navê Mîdiye Xencer revandibû û heya niha jî çarnûsa wan nediyar in.

Çeteyan li navçeya Cindirêsê berhemên 130 darên zeytûnê dizîn

Li aliyê din, dagikeran talankirina mewsima zeytûnan didomînin.

Malpera Afrinpost ragihand ku çeteyan mewsima 130 darên zeytûnê yên du welatiyên ji gundê Dêr Belût yê Cindirêsê talan kir.

Back to top button