Serokê Partiya-EPP ya Alman Manfed Weber: Divê YE Tirkiyê ceza bike

Manfred Weber serokê Partiya Xirîstiyanên Demokrat ku di parlamentoya Alman de koma herî mezin e, bang li dewletên Ewropayê kir ku êdî li hember zêdegaviyên Erdogan gavên şêmber bavêjin.

Manfered Weber diyar kir ku Tirkiye ne tenê pirsgirêka Yunan û Fransayê ye, pirsgirêka Yekîtiya Ewropayê ye.

Weber balkişand li ser helwesta Erdogan a li hemberê Macron û got:

” Di bûyera li hember Macronde jî pir hêsan tê fêmkirin ku, Erdogan henekê xwe me dike. Êdî wateya gotinan nemaye. Divê em ji bo ewlehî û îmaja Ewropayê bi awayekî lezgîn ji bo cezakirina Tirkiyê gavan bavêjin.”

Weber dazanîn ku dewletên ku herî zêde hinardekirinê bi Tirkiyê re dikin Almanya, Îtalya û Hollanda ye.

Ev dewletan bi taybetî jî hinardekirina Çekan bi tirkiyê re dikin. Ji ber vê yekê jî li hember polîtîkayên dewleta Tirk bêdeng dimînin.

Weber bang li Dewletên Yekîtiya Ewropayê kir ku li hember polîtîkayên tirkiyê helwestê nîşan bide.

Back to top button