Artêşa rejîma Îranê herêmên Biradostê topbaran kir

Bêdengiya hikumeta herêma Başûrê kurdistanê ya li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk, rê li ber Îranê jî vekiriye.
Rejîma Îranê bi dijwarî Herêma Biradostê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, , îro berî nîvro balefirên bêmirov yên rejîma Îranê li esmanê devera Biradost geriya û çend cih bombebaran kirin.

Piştî bombebaranê, rejîma Îranê herêm da ber topan.

17 top li Berbizina û Gulî Saye yên Biradostê ketine.

Ji ber topbaran demkî didome, li ser rewşa li herêmê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Ji 15’ê Hezîranê ve, artêşa tirk a dagirker dest bi êrîşeke berfireh ya dagirkirina xaka başûrê kurdistanê kiriye.

Bêdengiya hikumeta başûrê kurdistanê, rê li ber êrîşên rejîma Îranê jî vekiriye.

Rejîma Îranê jî di demên dawiyê de êrîşên xwe zêde kirine.

Back to top button