Artêşa Tirk nuqteya xwe ya li Şêr Mixar a Hemayê vala dike

Piştî valakirina nuqteya Morik ya li Hemayê, artêşa Tirk a dagirker nuqteya Şêr Mixar jî vala dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku dewleta Tirk a dagirker amadekariya valakirina nuqteya xwe li Şêr Mexar a li çiyayê Şehşebo li bakurê rojavayê Hemayê, dike.

Hêzên hikûmeta Şamê gundewarê başûrê Idlibê topbaran kir

Li aliyê din Hêzên hikûmeta Şamê gundewarê başûrê Idlibê topbaran kir

Îro hêzên hikumeta Şamê herêmên li gundewarê başûrê Idlibê topbaran kir.

Li gorî çavdêriyê balafirên keşfê yên Rûsyayê jî li asîmanê bajarê Idlibê geriyan.

Çavdêriyê da zanîn ku duh çeteyan çeperên hêzên hikumetê topbaran kirin, di encamê de endamekî hezên hikumetê hat kuştin.

Back to top button