Rûspî û êlên bajarê Qamişlo, Amûdê û Serê Kaniyê bi Mezlûm Ebdî re civiyan

Civînên Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi êl û kesayetên herêma Cizîrê re di roja duyemîn de dewam dikin.
Îro jî Mazlûm Ebdî bi bi êl û kesayetên ji Qamişlo, Amûdê û Serê Kaniyê re civiya.
Di civînê de mijarên civakî, aborî û xizmetguzarî hatin gotûbêj kirin.

Civênên Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi êl û kesayetên herêma Cizîrê re dewam dike.

Îro jî Mezlûm Ebdî bi bi êl û kesayetên ji Qamişlo, Amûdê û Serê Kaniyê re civiya.

Ev civîn bi armanca nîqaşkirina mijarên derbarê pêşketin û geşedanên dawî li herêmê de pêk tên.

Di civîna îro de Mazlûm Ebdî pêşketinên siyasî û leşkerî bi şandeyê re parve kir.

Her wiha şandeyê jî mijarên civakî, aborî, xizmetguzarî û siyasî bi Mazlûm Ebdî re gotûbêj kirin.

Şêniyê bi navê Cabir Cindo ku ji pêkhateyên Êzîdî ye diyar kir ku ew bi hazirbûna di vê civînê de serbilind in.

Her wiha diyar kir ku ew bi çêkirina van civînan jî kêfxweşin û ji ber ku fermandariyê pêwîstî bi girtina nêrînên me jî dît.

Cabir Cindo anî ziman ku wan di civînê de li ser rewşa siyasî û zehmetiyên şêniyan nîqaşkirin.

Nûnerê eşîra Benî Seb’a Hisên El-sada jî axivî û diyar kir ku mijarên girîng hatin nîqaşkirin û ew bi hêvî ne ku encamên baş derkevin.

Hisên El-sada anî ziman ku ew bi Hêzên Sûriya Demokratîk bawerin û wê her dem piştgiriyê bidin wan.

Doh jî Mezlûm Ebdî bi Rûspî û êlên herêma Cizîrê li Hesekê jî civiyabû.

Back to top button