Li bajarê Cedde ya Siudiyê êrişî konsolxaneya Fransayê hate kirin, parêzvanek birîndar bû.
Li bajarê Cedde ya Siudiyê êrişî konsolxaneya Fransayê hate kirin. Tê gotin kesê êriş kirî 30 saliye û xelkê Siudiyê ye.
Li gorî agahiyan parêzvanek konsolxaneyê jî birîndar bûye.
Kesê êrişkar ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û derbarê bûyerê de lêkolîn hate destpêkirin.