Li girtîgeheke Mexribê, serçeteyekî serê karmendekî jê kir

Li girtîgeheke Mexribê, serçeteyekî şaneyeke terorîst, serê karmendekî jê kir..

27ê Cotmehê girtiyekî li girtîgeha “Têfilt 2” karmendek di odeya xwe de asê kir û ew bi alaveke tûj êşkence kir.

Li gorî daxuyaniya Dozgeriya Giştî, ev girtî mîrekî şaneyeke çete ye û Îlona borî li gel 5 çeteyên din li paytextê hatibûn girtin.

Çalakvanan duh li ser tora medyaya civakî vîdyoyeke kamereyên girtîgehê bi par ve kir û tê de kuştina parêzvan hatiye belgekirin.

Gava yê serçete qirika parêzvan jê dike, sê hevalên wî bi hawara wî ve diçin, lê serçete ew jî birîndar kirin.

Parêzvan yekser piştî rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Back to top button