Parlamena welatên Ereb banga derxistina çeteyên Tirkiyê ji Lîbîyayê kir

Parlamena welatên Ereb banga derxistina hemû çeteyên dewleta Tirk ji axa Lîbîyayê kir û xwest çareseriyeke mayînde û dawî ji gefa komên çekdar re were dîtin. Parlamenê her wiha piştgirî da lihevkirina Cinêvê û bang li gelê Lîbî kir ku bi hev re ji bo çareseriya welatê xwe kar bikin.

Parlamena welatên Ereb duh rûniştina xwe ya yekem a qonaxa qanûnî ya sêyem li Qahîraya Misirê bi dawî kir.

Parlamena welatên Ereb di vê rûniştinê de, banga derxistina hemû çeteyên dewleta Tirk ji axa Lîbîyayê kir.

Her wekî xwest çareseriyeke mayînde û dawî ji gefa komên çekdar re were dîtin.

Parlamenê weke îşaret bi rola Tirkiyê, teqez kir ku divê hemû teşeyên destwerdana li Lîbyayê rawestin.

Ji bo mijara qedexekirina çekan bo Lîbyayê jî, Parlamenê dubare binpêkirinên vê biryara navnetewî, red kir

Parlamena Welatên Ereb got:

Hîna çekdar û çeteyên biyanî diherikin welat, ji lew re divê hemû beşên Lîbî ji bo pêvajoya siyasî bi awayekî cidî û niştimanî kar bikin.

Di rûniştinê de, piştgiriya bi lihevkirina Cinêvê jî re hate kirin..

Lihevkirina ku 23 Cotmehê bi serperiştiya NY hatibûn îmzekirin û tê de li ser agirbesteke mayînde û derxistina hemû çeteyên dewleta Tirk ji Lîbyayê hatibû lihevkirin.

Parlamenê kêfxweşiya bi danûstandinên Lîbî yên li Mexribê jî anî ziman û xebatên Misirê di vî milê de bi nirx dîtin.

Parlamena welatên Ereb di dawiyê de teqezî li ser pêwîstiya berdewamkirina helbirîn û hinardina petrolê bo hemû Lîbiyan jî kir.

Back to top button