Cîhadiyên Tirk vê carê li bajarê Dijonê yê Fransayê êrîs kirin

Erdogan çete, cîhadî û nîjadperestên Ewropayê xistiye liv û tevgerê. Piştî li bajarê Nice yê Fransayê 3 kes bi rengekî hovane hatin kuştin, êvara Pêncşemê li bajarê Dijonê jî cîhadiyên Tirk daketin qadan û bi slogananên “Alahû Ekber” piştgiriya komkujiya Niceyê kir.

Cîhadiyên Tirk ên alîgirê Erdogan êvara Pêncşemê li bajarê Dijonê yê Fransayê daketin kolanan û li dijî Ermenan dirûşmeyên “Allahû Ekber” avîtin.

Li gorî dîmenên di medyayê de hatin weşandin, şêniyekî bajêr nerazîbûn nîşanî wan da û got:

“Eger hûn li Fransayê xwe aram nabînin, wê demê vegerin Tirkiyê! Vegerin gel Erdogan.”

Komên nijadperest û cîhadî jî hewl dan vî kesî bi tundî êşkence bikin û polîsan jî bi bombeyên gazê dest li wan werda.

Balkêş e ku ev çalakî piştî kuştina sê kesên Fransî li ser destê tundrewkê pêk hatiye.

Nijadperestên Tirk êvara Çarşemê jî li herêma Lyonê li banliyoya Decinesê ku weke ‘Ermenistana Biçûk’ tê binavkirin, dest bi nêçira Ermenan kiribûn.

Zêdeyî 250 kesên ku ala Tirkan hildabûn, li dijî Ermenan banga tundiyê kirin.

Di dîmenên weşandî de, dirûşmeyên “Hûn li ku ne Ermen?”, “Em ê Ermenan bikujin” û “Allahû Ekber” diqîriyan.

Heman rojê, serê sibehê jî nijadperestên Tirk vê carê li ser rêya A7 êrîş biribûn ser meşa Ermenan.

Back to top button