HDP LI ŞIRNEXÊ DEST BI CIVÎNÊN GEL DIKE

Xebatên hilbijartina herêmî yên HDP’ê bi nêzîkbûna hilbijartinan re zêde dibin.

Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, bi armanca hîn zêdetir xwe ji bo hilbijartina herêmî amade bike her hefteyê wê bi tevlîbûna namezetên hevşaredariyan civînên gel li dar bixe.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca hîn zêdetir xwe ji bo hilbijartina herêmî amade bike, biryar da ku her hefte civînên gel li dar bixe.

Bi tevlîbûnên Hevşaredarên HDP’ê yên Şirnexê û parlementerên HDP’ê wê her roja Înê saet 13.30’an civîn bên li dar xistin.

Rojeva sereke ya civînê geşkirina xebatên taxane her wiha ku têkildarî projeyên piştî hilbijartinê bikevin pratîkê nêrîn û pêşniyarên gel dê bên girtin.

Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, derbarê mijarê de axivî û wiha got:

Em ê di pêvajoya hilbijartinê de xebat û kêmasiyên xwe nîqaş bikin.

Emê pêşniyarên gel bigirin û di vê çarçoveyê de li gorî pêşniyarên gel tevbigerin.

Leave a Reply

Back to top button