Hevserokê Mala Êzidiyan a Helebê Hîşam Ehmed nerazîbûna xwe der barê peymana li ser Şengalê de nîşan da û ew weke planeke dewleta Tirk bi nav kir.
Hîşam Ehmed diyar kir ku ev peyman û êrîşên 2014’an ên li ser Şengalê, ji bo derxistina fitne û xirabkirina ewlehiya herêmê ne û her wiha ji bo vejandina çeteyên DAIŞ’ê ye.
Hevserokê Mala Êzidiyan a Helebê, PDK’ê berpirisyarê vê yekê dît û piştrast kir ku ew piştgiriyê didin hêzên ku civaka Êzidî parast û herêmên wan rizgar kirin.
Hîşam Ehmed di dawiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku divê her lihevkirinek der barê birêvebirina Şengalê de, bi vîna şêniyên Şengalê bixwe be.