Li gel dewamkirina êrîşan û valakirina nuqteyan, dewleta Tirk şandina karwaneke din a leşkerî derbasî Idlibê kir.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh dewleta Tirk 50 meşîneyên leşkerî û alavên leşkerî û lojistîk di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin.
Bi vê yekê, ji destpêka agirbesta Putin-Erdogan û heya niha dewleta Tirk 7 hezar û 375 maşîne derbasî Idlibê kirine.
Her wiha, zêdeyî 12 hezar keşkerên xwe jî, li Idlib û gundewarê Helebê bi cih kirine.