Mihemed Şahîn: Erdogan DAIŞ’ê ji nû ve zindî dike

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê Mihemed Şahîn diyar kir ku Erdogan DAIŞ’ê ji nû ve zindî dike.

Beriya çend rojan, çeteyên dewleta Tirk, alên DAIŞ’ê li Serê Kanî û Efrîna dagirkirî hildan.

Derbarê ji nûvezindîkirina DAIŞ’ê de, Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê Mihemed Şahîn ji ajansa Hawarê re axivî.

Mihemed Şahîn da zanîn ku rakirina al, dîmen û belgeyên ku li ser ragihandinê da xuyakirin ku dewleta Tirk bi awayekî eşkere piştgiriyê dide DAIŞ’ê û dixwaze wan ji nû ve zindî bike.

Mihemed Şahîn da zanîn ku dewleta Tirk bi şandina çeteyan ji bo Lîbya, Ermenistan û bi gefxwarina li Fransayê, dewletên Ewropayê bi DAIŞ’ê ditirsîne.

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê bang li civaka navneteweyî kir ku têkildarî jinûve-vejandina DAIŞ’ê ku serperiştiya dewleta Tirk tê kirin, tedbîran bigirin.

Back to top button