KCDK-E: Divê Erdogan di qada navdewletî de were darizandin

KCDK-E’yê têkildarî êrîşa li bajarê Nîceyê ku 3 kesan jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek weşand û diyar kir, “Yê ku fermana van êrîşên terorê dide Erdogan e”. KCDK-E’yê bang li Ewropayê kir ku “Erdogan ê terorîst di qad navdewletî de darizînin.”

Li Dêra Notre Dame ya li bajarê Nice (Nîs) yê Fransayê, êrîşek bi kêran çêbû. di encamê de sê kesan jiyana xwe ji dest da.

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê-KCDK-E’yê der barê êrîşa Fransayê de daxuyaniyek da.

KCDK-E’yê diyar kir ku “Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi destê DAIŞ’ê dixwaze tirsê berde nava dewlet û gelên Ewropayê.

Erdogan bi çalakiyên terorê arandinê dike û bi vî rengî dixwaze zemîneke qanûnî ji qirkerî û dagirkeriya xwe re amade bike”.

KCDK-E‘yê got:

“Me bi dehan carî bang li gel û dewletên Ewropayê kir ku hay ji vê yekê hebin, tawîzê nedin Erdogan ê terorîst û cezayan lê bibirin.

KCKD-E’yê êrîşa li Fransayê ya li ser Ermenan bi bîr xist û got:

Piştî êrîşa bajarê Nîsê li bajarê Lyon ê Fransayê, çeteyên faşîst ên Tirk herikîn kolanan û bi çalakiyeke terorîst dest bi êrîşa lînçkirinê li dijî gelê Ermen kir.

Erdogan bixwe fermana van êrîşên dide û planên van çalakiyan jî di balyozxane û saziyên Tirkan de tên çêkirin.”

“Rawestandina Erdogan ê terorîst, erka mirovahiyê ye”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewletên Ewropayê yên li pêşberî komkujiyên li dijî gelê Kurd tên kirin bi xemsarî tev digerin û divê êdî rastiya Erdogan fêm bikin.

Di daxuyaniyê de bang li dewletên navnetewî hate kirin ku ji bo rawestandina Erdogan gavan bavêjin û wî di qada navnetewî de darizînin.

CDK-F: Em êrîşa li Fransayê şermezar dikin

Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) jî êrîşa li Nice şermezar kir û sersaxî ji malbatên qurbanan re xwest.

Kurdên li Fransayê diyar kir ku êrîş ji encamên gefên Erdogan e û teqez kir ku ew ê li dijî terorîzma cîhadî û faşîzmê bibin yek.

Back to top button