Qonaxa dawî a tunekirina DAIŞ’ê li bajarokê Baxozê didome.
Şervanên QSD`ê li bajarokê Baxozê noqteyên nû rizgar kirin.
Bi vê yekê ji sedî 90 ji herêmê ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatiye rizgarkirin.
Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku, tavhiya kolanên Baxozê ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û niha çete li koşeyeke biçûk di navbera çemê Firatê û Baxozê de mane.
Her wiha ji fermanarên QSD`ê Dilşêr Hesekê diyar kir ku piştî eniya bakur a Baxozê, hin taxên nû rizgarkirin, niha jî ji sedî 90 ji herêmê rizgar bûye.
Dilşêr Hesekê destnîşan kir ku şer dewam dike û çete bi temamî di çemberê de ne .
Fermandar Dilşêr Hesekê îşaret bi hebûna sivîlan jî kir û diyar kir ku, ji ber sivîl ji aliyê DAIŞ’ê ve weke mertalên zindî têne bikaranîn ew bi baldarî bi pêş dikevin.