HPG: Hêzên me ji hewa de li leşkerên Tirk ên dagirker xistin

Gerîlayên HPG’ê ji hewa de li leşkerênTirk yên dagirker ên li herêmên Heftenîn û Bêgovayê xist.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyan de daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir;

“Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal Amed di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de,

28’ê Cotmehê li herêma Heftanînê bi balafirên bêmirov ên biçek li dagirkerên li ser Girê Şehîd Bêrîvan xistin.

29’ê Cotmehê baregeha Girê Biyê ya artêşa Tirk a dagirker a li nehiya Bêgova ya navçeya Zaxoyê bi balafirên bêmirov ên biçek hate bombekirin.

Di herdu çalakiyan de jî bi rengekî serketî li herdu hedefên hate xistin û dagirker hatin cezakirin.

Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Skenderûnê hatine lidarxistin.

HPG’ê diyar kir hewldanên PDK’ê yên ji bo bicihkirina hêzên xwe li gund û qadên derdora navçeya Akrê ya herêma Garê dewam dikin. Hîn jî çekên giran, wesayit û hêz ber bi herêmê ve tên veguhastin û liv û tevgera navborî dewam dike.”

Back to top button