Li bajarê Îzmirê yê Tirkiyê bi pileya 6.6 erdhej pêk hat

Li bajarê Îzmir yê Tirkiyê bi pileya 6.6 erdhej pêk hat. Gelek avahî hilweşiyan û herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya saziya AFAD’ê ya Tirk erdhej piştî nîvro saet derdora 15:00’an pêk hatiye.

Hat gotin erdhej 16 km di bin erdê de pêk hatiye.

Tê gotin gelek kes di bin kavilan de mane û mirov ji avahiyên ku ziyan dîtine tên derxistin.

Şaredarê Îzmirê diyar kir ku derbarê encamên erdhejê de, di destê wan de hê agahiyên zelal tune ne û diyar kir heta niha nêzî 20 avahî hilweşiyane.

Back to top button