Idlib..2 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin ,4 çete birîndar bûn

Li başûrê Idlibê, di encama şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de, 2 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê de li derdorê Heriş Bênên a gundewarên başûrê Idlibê, şerekî dijwar rû da.

Di heman demê de jî her du aliyan çeperên hev topbaran kirin.

Çavdêriyê diyar kir ku hêzên hikumetê xwestin li wê deverê bi pêş ve biçe, lê çeteyan ew êrîş têk bir.

Çavdêriyê piştrast kir ku di encama êrîşan de 2 endamên hêzên hikumetê hatine kuştin û 4 çete jî birîndar bûne.

Back to top button