Pêkhateyên Şengalê: Em ê bi yekîtiya xwe ve plana li ser Şengalê vala derxînin

Pêkhateyên Şengal û deşta Nînewayê, li dijî fitne û plana li ser şengalê derketin û diyar kirin ku ewê bi avakairina jiyana hevbeş planên dagirkeran vala derxînin.

Îro pêkhateyên Şengal û deşta Nînewayê ji bo avakirina jiyana hevbeş li Baxçeyê Mam Zekî Şengalî yê li Herêma Şilo civiyan.

Civîn bi slogana “Bijî lihevkirin û jiyana aştiyane ya hevbeş a gelan” û “Wê fitne (tevlîhevkirin) û amûrên wê li hemberî dostaniya gelên herêmê bi bin bikevin” hate lidarxistin.

Di civînê de gelek serokeşîr, kesayetên navdar ên Şengal û deşta Nînewayê amade bûn.

Li civînê de bi berfirehî li hemberî plan û lîstikên dijî Şengalê, li ser xurtkirina têkiliyên pêkhateyên herêmê nîqaş hatin kirin.

Piştî ku civîn bi dawî bû daxuyaniyek hate dayîn.

Di raporê de hate gotin ku ew hemû xalên peymana li ser Şengalê red dikin.

Ji ber ne bi îradeya me ev peyman hatiye îmzekirin.

Back to top button