Li Mexmûrê biryara darvekirina du ciwanên Kurd hat Şermizarkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Meclîsa Gel a demokratîk bi daxuyaniyekê biryara ku li ser her du ciwanên Kurd hatî girtin şermizar kirin

Li Mexmûrê Meclisa Gel a Demokratîk li Saziya Malbatên Şehîdan li ser her du ciwanên Kurd Mazlum Dag û Abdurrehman Er yên ku bi îdîaya kuştina berpirsê MÎT’ê yê li Hewlêrê cezayê îdamê li wan hatiye birîn, daxuyanî da û biryar şermezar kir.

Di destpêka daxuyaniyê de ji bo tevahiya Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistane deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyaniya Meclîsa Gel a Demokratîk Elî Bilehî xwend.

Bilehî ragihand ku her du ciwanên Kurd pîşti buyera Hewler ya ku restoranta Hoqqabaz pêk hatî heya îro girtine û biryara darvekirinê li wan hatiye birîn. û wiha pêde çû: “Ev biryara ku hatiye dayîn di nava Kurdan de buyereke herî trajediye.

Destê berpirsê ku li Hewlêr hatî kuştin, di gelek bûyerên ku di encamê de ciwan û welatparezên Kurd hatine kuştin de heye. Ji ber wê yekê ew biryara darvekirinê ya her du ciwanan bi çi awayî nayê qebulkirin.”

Bilehî bang li hemû sazî û rexistinên peywendîdar kir ku li hemberî vê biryara ku heyî bisekinin.

Daxuyanî bi dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimre xiyanet’ bi dawî bû.

Back to top button