QSD bi şêx û rûspiyên navçeya Holê re civiya

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo nirxandina geşedanên siyasî û leşkerî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şêx û rûspiyên Ereb ên navçeya Holê re civiya.

Şêx û rûspiyên eşîra Xewatina, Hesûn, Tifahiyîn, Şerabîn, Mehsan û Hizêm û bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî yên navçeyê beşdarî civîna ku li Sewama Holê hate lidarxistin bûn.

Şêx û rûspiyên Ereb ên navçeya Holê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê û hevalbendê wê Rûsyayê komployan li ser herêmê dikin da ku projeya demokratîk û ewlehiya herêmê têk bibin, her wiha gotin: “Divê em ji van komployan hişyar bikin û xizmeta projeya xwe ya demokratîk bikin.”

Beşdaran girîngiya lidarxistina mîna van civînan.

Di dawiya civînê de daxuyaniyek hevpar a QSD û rûspiyên eşîrên Ereb hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li şêx, rûspî û rewşenbîrên herêmê hate kirin ku ji gef û hewldanên fitneyê yên hişyar bin û pirsgirêkên xwe bi rêbazên rêxistinkirî ku mafên giştî yên ferd û civakî mîsoger bike çareser bikin.

Back to top button