Çeteyan li navçeya Cindirêsê ciwanekî 22 salî revand

Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî artêşa Tirk ciwanekî 22 salî revand.


Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku 28′ Cotmehê, çeteyên Tirkiyê ciwanê bi navê Mihemed Remedan Derwîş (22) yê ji gundê Kefer Sefrê yê Cindirîsê revand.

Rêxistinê dabû zanîn ku beriya çend rojan jî, çeteyan 18 şênî ji gundê Kefer Sefrê û Kura ya Cindirêsê revandibûn.

Li gundê Meydankê yê navçeya Şera, çeteyan şêniyê bi navê Reşîd Sîdo revand û êşkence kir.

Rêxsitinê diyar kir ku ji ber Reşîd baca mûsima zeytûnê neda, çeteyan ew bi giranî êşkence kir.

Back to top button