Şandeya Amerîkayê serdana Akademiya Îslama Demokratîk kir

Şandeya Komseriya Amerîkayê ya azadiya olan a navneteweyî, piştî serdana nûnerên Êzidiyan, serdana Akademiya Îslama Demokratîk a li bajarê Qamişlo jî kir. 

Şandeya Amerîkî bi nûnerên Kongreya Cviaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevdîtin pêk anî.

Nûnerên Kongreya Civaka Îslama Demokratîk, nêrînên şaş ên civaka navneteweyî ya li ser civakên Misilman diyar kir ku hin dewlet mîna Tirkiyê, îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.

Li ser mijarên ku hatin nîqaşkirin, Hevserokê Kongreyê Mihemed Xerzanî axivî û got:

Şandeyê nêrîneke şaş li ser îslamê girtibû, ji ber derbarê rewşa Misilmanên li Sûriyê de, rapor hatin rakirin û ev nêrîn hate serastkirin.

Back to top button