Ciwanên Başûr: Em ti şerê Kurd bi Kurdan qebûl nakin

Komeleya Ciwanên Welatparêzên Başûrê Kurdistanê diyar kir ku ew şerê navxweyî qebûl nakin û ew ê li dijî her kêza ku bibe sedema şer rawestin.

Komeleyê li navçeya Ranya ya Silêmaniyê têkilarî lihevkirina PDK û Bexdayê ya li ser Şengalê û liv û tevgera hêzên PDK’ê ya li herêmên gerîla de, daxuyanî da.

Ciwanan diyar kir ku PDK li gorî fermana MÎT’ê tev digere û proje û armancên wê pêk tîne.

Ciwanan got:

“PDK bi fermana dewleta Tirk a dagirker çend baregehên leşkerî û sîxûrî birîne herêmên gerîla yên weke Zînî Wertê û çiyayê Gare.

Dixwaze bi vî karî, careke din Kurdan bi hev bide kuştin.

Em ê bi tundî li dijî plana PDK û dewleta Tirk rawestîn.

Em ê li hember hêza ku bibe sedema şerê navxweyî bêdeng nemînin.”

Back to top button