
Piştî zêdebûna bûyerên terorîst li Fransayê, artêş seferber bûye. Têkildarî van êrîşan jî şareze û profesorên navdewletî bal kişand ser metirsiya ku Tirkiyê li Ewropayê bi tevahî çêdike. Şarezayan teqez kir ku terorîstên ev êrîş li Fransayê pêk anîne, yekser girêdayî Qeter û Tirkiyê ne.
Êdî Ewropa baş siyaseta Erdogan a li dijî parzemînê fêm dike, lê gelo ev yek wê rê li ber girtina rêkarên li ser erdê veke?
Li gel seferberiyeke ewlehî û belavbûna artêşê li her dera welêt, Fransa li ser zimanê Wezîrê xwe yê Hundir Gérald Moussa Darmanin ragihand, ew êrîşine din ên terorîst li ser erda xwe texmîn dikin..
Ev yek piştî kuştina 3 kesan li bajarê Nice yê Fransayê hat.
Berî vê bûyerê bi 2 hefteyan jî, momsteyekî Fransî li ser destê tundrewekî hatibû serjêkirin.
Darmanin dubare teqez kir ku hikumeta Fransî ne li dijî ti olan, belî li dijî idyolojiya tundrew e.
Berî niha serokê Fransî Macron jî banga yekbûnê li welatiyan kiribû, ku Fransî bi hemû olên xwe yek dest in.
Ji bo daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê Erdogan ku tê de êrîşî hempîşeyê xwe yê Fransî Macron kiribû jî, wezîrê Fransî teqez kir ku Erdogan hemû sînor derbas kirine.
Van êrîşên terorîst hîna bêhtir çav li siyaseta Erdogan vekir û metirsiya wê li parzemîna Ewropî bi tevahî nîşan da.
Şarezayê Alman ê payebilind ê karûbarên terorê Dr. Guido Steinberg banga standina helwesteke tund li dijî Erdogan kir.
Di hevdîtineke wî bi rojnameya Tagesspiege ya Almanî de, Steinberg got:
Ev serê 2 hefteyan e, êrîşên terorîst li Fransayê pir bûne.. lê pirs li vir, “çima ji nava hemû welatên YE, Fransa rastî van êrîşan tê?
Ya balkêş ew e ku Tirkiyê li jêr desthilata Erdogan, îroroj hêza ku tundrewan li seranserî cîhanê diparêze ye û Erdogan terorîstan li Ewropayê sor dike.
Şarezayê Alman behsa siyaseta Erdogan li Almanyayê jî kir û ew bi ya tirsnak bi nav kir, ku Erdogan gelek rêxistinên tundrew bi rê ve dibe.
Li gorî Steinberg, Almanya dikare şerê vê siyasetê bike, bi rêya bendkirina çalakiyên siyasî, olî û istixbaratî yên Tirkiyê bike.
Li ser van êrîşan, şirovekar û profesorê peywendiyên stratejîk û têkiliyên hikumî yê navdewletî Nîdal Şiqêr teqez kir ku terorîstên momsteyê Fransî kuştibû, têkiliyên xwe yên xurt bi zanayê Îslamî Yûsiv el-Qeredawî û Erdogan re hene.
Şiqêr ji Erebiyê re ragihand ku aniha li Ewropa bi giştî ne tenê li Fransa, baş hat fêmkirin ku Tirkiyê êdî metirsiyê ji wan re çêdike.
Hefteya borî jî, Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kiribû ku “têgihştina Fransayê ji rola Tirkiyê ya neynî û helwesta wê li hemberî xeteriya dewleta Tirk li Yekîtiya Ewropayê, hişt Tirkiyê êrîşî wê bike”.