Sekreterê Giştî yê Partiya Hevbendiya Demokratîk a Sûriyê Ehmed Erac destnîşan kir ku Tirkiye bêyî Rûsya û Amerîkayê êrîşeke nû nake.
Ehmed Erac destnîşan kir egeriya êrîşeke nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve, bêyî erêkirina Rûsya û Amerîkayê, ne pêkan e.
Li gorî Erac, ji ber cemidandina çareseriya siyasî, çi ji aliyê hikumeta Şamê be yan ji aliyê opozisyonê ve, rewşa siyasî a li Sûriyê hatiye bipaşxistin.
Sekreterê Giştî yê Partiya Hevbendiya Demokratîk a Sûriyê Ehmed Erac di dawiya de, got:
Eger terora Tirkiyê neyê sînordarkirin, wê veguhere rengekî din ên DAIŞ’ê û ewlehiya herêmî û navdewletî bixe metirsiyê.