Îsrafîl Mistefa: Hemû sûcên Tirkiyê radestî hêzên Rûsî hatine kirin, lê bêdeng in

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Îserafîl Mistefa diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li Efrîna dagirkirî bi nav û cilên cuda hemû sûcên li dijî mirovahiyê pêk tînin.

Mistefa got:

“Binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk li Efrînê, li dijî hemû nirx û pîvanên mirovî û qanûnên navneteweyî ne”.

Îsrafîl destnîşan kir ku wan hemû binpêkirinên ku dewleta Tirk û çeteyên xwe li Efrînê pêk tînin radestî hêzên Rûsî kirine, lê heta niha ti bersivên cidî nedane.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Îsrafîl Mistefa bang li civaka navneteweyî û Rûsyayê kir ku bi erka xwe rabin.

Back to top button