
Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî daxwaza ENKS’ê ya rakirina perwedeya kurdî dan.
Daxuyanî li dibistana Şehîd Seydo ya li bajarê Kobanê bi beşdariya hejmarek mamoste û xwendekarên herêmê hate dayîn.
Desteyê daxwaza ENKS’ê ya rakirina perwedeya kurdî şermezar kir û got,
Bingeha hişmendiya neteweyî bi riya ziman tê avakirin û nasîn, heya ew ziman hebe, wê netew jî hebe.
Şoreşa Rojava ne bi hêsanî gihaşt asta ku niha zarokên me û hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser bi zimanê zikmakî dixwînin û dinvîsin.
Desteyê anî ziman ku şoreş bi berdêlên giranbûha gihîşt vê astê û diyar kir ku ew ê ti carî daxwaza ENKS’ê qebûl nekin.