Îro Ciwanên Şoreşger ên taxa Şêx Meqsûd a Helebê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.
Konferans bi slogana ”Em ê teqez serbikevin” li hola star layt ya Şiqeyf hat lidarxistin.
Di konferansê de Fermandar Şervan Heleb axivî û li darxistina konferansê li ciwanan pîroz kir.
Piştî axaftinê sinevizyonek ji ciwanan re hat pêşandan.
Ciwanên ku tevli konferansê bûn diyar kirin ku ew ê her dem bibin bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker.
Her wiha ciwanan banga azadiya Rêber Ocalan jî kirin.