Asayîşa PDK’ê 11’ê Cotmehê 20 Kurdistaniyên ji wargeha Mexmûrê dema ku diçûn Hewlêrê revandin.
Asayîşa PDK’ê ew kes li ser benda kontrolê sekinandin û ew revandin.
Li gorî agahiyên ku Komîteya Karê Derve ya wargeha Mexmûrê daye ANF’ê kesên hatine revandin 5 ji wan jin in û 15 jî mêr in.
Hate diyarkirin ku ji wan 15 kes xwendekar in û yên din jî karker in.
Ev gava PDK’ê hemwextî operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk, pêk tê.
Navê kesên hatine revandin wiha ne,
- Hacî Yildirim
- Aycan Çelebî
- Seîd Kara Abdulla
- Abdulkerim Kara Yusif
- Sadiq Bulut Ehmed
- Aydin Apaydin
- Orhan Bulut
- Rûken Ustun
- Karoş Rustem
- Şivan Mihemed
- Zilan Salih
- Qeder Salih
- Mahîr Spêrtî
- Xurbet Tunç
- Rûbar Sadiq
- Êhsan Şêx Silêman
- Eşref Korhan
- Yusuf Cemal
- Delîl Çiya