Waliyê berê yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm koça dawî kir

Waliyê berê yê Kerkûkê û Siyasetmedarê Kurd Dr. Necmedîn Kerîm ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Nivîsgeha Dr. Necmedîn Kerîm ragihand ku şeva borî li gorî dema Amerîka saet 23.00’an Dr. Necmedîn piştî mehek ji hewildanên bijîşkan koça dawî kir.

Di destpêka vê mehê de Dr. Necmedîn Kerîm krîz derbas kir û rakirin yek ji nexweşxaneyên Amerîka.

Dr. Necmedîn ji wê demê ve di bin çavdêriya bijîşkan de bû.

Dr. Necmedîn 1949’an li Kerkûkê ji dayîk bûbû.

Heta xwendina amadeyî li wî bajarî bû û piştre çû Mûsilê û beşa pizîşkê li Koleja Pizîşkê ya Mûsilê xwend.

Kerîm 1972’an jî bû Pêşmerge.

Dr. Necmedîn 1975’an ji Iraqê berê xwe da Amerîkayê.

2009’an jî careke din vegeriya Kerkûkê û ji 2011’an heta 2017’an parêzgarê Kerkûkê bû.

Lê piştî radestkirina Kerkukê ji hêzên Iraqê re, Dr. Necmedîn Kerîm ji erk hatibû durxistin.

Back to top button