20. kongreya netewî ya kurdistanê-KNK’ê

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi riya online 20. Konferansa xwe ya Civata Giştî pêk tîne. Rewşa li Kurdistanê û astengiyên li pêşiya kongreya neteweyî ya Kurd tê guftûgo kirin.

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê bang kir ku divê helwesteke neteweyî nîşanî PDK’ê were dayîn.

Desteya Giştî ya 20’emîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi tevlêvûna siyasetmedar, ronakbîr, rewşenbîr û hunermendên Kurd ên ji her dera cîhanê û Kurdistanê îro dest pê kir.

Ji ber vîrûsa coronayê civîn bi riya onlîne hate kirin.

Ji derveyî endamên KNK’ê ji her çar beşên Kurdistanê nûnerên gelek partî, rêxistin û organîzasyonan jî tevlê bûn.

Di civînê de peyamên partiyên pêkhateyên KNK’ê hate xwendin.

Di heman demê de nûnerên Rûsya, Kurdên Anatoliya Navîn û nûnerên gelek komên dînî jî peyam şandin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî peyamek ji civînê re şand û bangên girîng kir.

KCK’ê di peyama xwe de balkişand li ser êrîşên li ser Bakur, Rojava, Başûrê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê û ev tişt hate gotin:

“Ev êrîşên ku dewleta Tirk dike, bi koordînatoriya DYA û piştgiriya PDK’ê tê kirin.

Li ser gelê Kurd xetereyeke gelekî mezin heye.

Ger gelê Kurd helwesteke xurt a welatparêz nîşan nede, yekîtiya xwe avaneke wê nikaribe xwe ji van qetlîaman rizgar bike.”

KCK’ê di peyama xwe de diyar kir ku PDK bi vê helwesta xwe ve bendê ye ku dijmin piştgirî bide wan û xwe xurt bike, lê ev yek xefleteke mezine.

KCK’ê destnîşankir ku PDK’ê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd qels dike û dibe sedem ku li ser gelê Kurd êrîş were kirin.

Hin dewlet jî vê yekê bikartînin û nahêlin ku yekîtiya kurdî pêkbê.

Lê ger ku PDK neyê yekîtiyê partiyên kurd dikarin bê PDK’ê yekîtiya xwe avabikin.

KCK: Heman plana Şengalê dixwazin ji bo kampa Mexmûrê jî pêk bînin

Her wiha KCK’ê daxwaz ji beşdarê konferansa KNK’ê kir ku li Şengalê xwedî derkevin.

KCK’ê diyar kir ku li gor agahiyên wan girtine ger plana Şengalê serbikeve dixwazin heman planê li Mexmûrê jî têxin meryetê.

KCK’ê ji KNK’ê xwest ku ji bo herêmên dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê rizgarbikin bigîhîjin hinbiryaran.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs jî rapora xebatên salana ya Konseya Rêveber a KNK’ê xwed û derbarê xebatên KNK’ê û xebatên komîsyonên KNK’ê agahî da.

Desteya Giştî ya 20’emîn bi nîqaşa delegeyan a li ser raporê didome.

Back to top button