Di çarçoveya 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê de li bajarê Basel a Swîsreyê meşek hate lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan ên bi pêşengiya Komîteya Rojava ya Swîsreyê, meşek lidarxistin.
Di axaftina ji aliyê Komîteya Rojava ve hatî kirin de bal kişandin li ser girîngiya berxwedana Kobanê û têkoşîna hatî dayîn.
Di meşê de sloganên ji bo azadiya Rêber Ocalan û berxwedana Rojava hate berzkirin.
Peyama bi deng a aktîvîstek li Rojava jî di çalakiyê de hate guhdarkirin.
Meşa ku bi stran û srûdan dom kirî, piştî axaftinên li herêma Parka Claramatteyê hatîn kirin, pîrozbahî bi dawî bû.
Her wiha li Romayê jî roja cîhanî hate pîroz kirin