ALDAR XELÎL: LAZIME WELATÊN EWRÛPA SOZÊN DANE KURDÊN ROJAVA BICIH BÎNIN

Berpirsê Komîteya Pêwendiyên Dîplomatîk a Tev-dem’ê Aldar Xelîl têkildarî pêvajoya piştî têkbirina DAIŞ’ê ji Ajansa AFP re axivî.

Xelîl li hemberî gefên dagirkeriyê yên artêşa Tirk bang li welatên Ewrûpayê kir da ku sozên dane Kurdên Rojava bicih bînin..

Ji bo mijara parastina sînorê di navbera Bakurê Sûrî û Tirkiyê de jî Xelîl ev rê nîşan da:

Hêzeke parastina aştiyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî dikare li herêmê bicih bibe.

Berpirsê Komîteya Pêwendiyên Dîplomatîk a Tev-dem’ê Aldar Xelîl ji bo hin hevdîtinan li Ewrûpayê ye..

Xelîl li paytexta Fransayê Parîsê têkildarî rewşa Rojava û Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bersiv da pirsên Ajansa Frans-Press AFP…

Derbarê pêvajoya vekişîna Emerîk ji Sûrî û gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, Aldar Xelîl wiha got:

Eger dewletên Ewrûpayê sozên dane Kurdên Rojava bicih neyînin ev ê were wateya ku bi temamî dest ji hevkarên xwe berdane.

Bi taybet Fransa dikare li ser asta Neteweyên Yekbûyî bikeve nava tevgerê da ku herêmeke parastinê di navbera me û sînorên dewleta Tirk de were avakirin..

Wek tê zanîn mînakên vê yekê li cîhanê jî çêbûne. Çawa ku di navbera Lubnan û Îsraîlê de hate kirin, hêzeke parastina aştiyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî dikare li herêma me jî bicih bibe..

Eger sozên dane pêk neyînin wê demê Kurd ne bê altarnatîfin nemînin û ji bo parastina sînorên xwe ew ê li gel rêveberiya Şamê lihev bikin.

Aldar Xelîl teqez kir ku eger diyaloga wan li gel Şamê pêk were jî ew ê ti carî dest ji projeya rêveberiya xweser bernedin û wiha dewam kir:

Em bi biryarên ku destketiyên xwe biparêzin. Ji bo vê yekê jî ya pêwîst çibe wê were kirin.

Leave a Reply

Back to top button