3 çete li Rojhilatê Cebel El-Zawiyê yê Idlibê hatin kuştin

Hêzên Hikumeta Şamê duh, 3 çete li Rojhilatê Cebel El-Zawiyê yê Idlibê kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê li ser bajarokê Dêr Senbel ê Rojhilatê Cebel El-Zawiyê de,3 çete hatin kuştin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyan Tirkiyê, bajarokê Kinsefra û gundê Kefer Iwêd ên Idlibê topbaran kirin.

Her wiha dirûneke Rûsya werşeyek zeytûnan li gundê Telûne yê Mert Mesrîn bombebaran kir, karkerek hat kuştin.

Li gundê Nehla yê li gundewarê Erîha jî, di encama bombebaranê de, jinek û 2 mêr birîndar bûn.

Back to top button