1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê..Berxwedana Kobanê

Berxwedana Kobanê bû dengvedaneke dîrokî û hêza serkeftinê ji tevahî gelan re. Şerê Kobanê di encama têkoşîna şervanên YPJ’ê, YPG’ê û gel de veguherî berxwedaneke Kurdistanî û cîhanî.
Piştre di tevahî qadên navneteweyî de bû modela serkeftin û hîmê bingehîn yê tunekirina terora DAIŞ’ê.

Destan, lehengî, berxwedan û hêz li vî bajarî hate bi navkirin.

Her ku mirov gaveke li wî bajarî davêje, çîroka têkoşînê dibîne.

Bajarê Kobanê…

Tevahî cîhan digotin, ha Kobanê ket û ha wê bikeve, lê gelê Kobanê dengê berxwedanê li hemû cîhanê da bihîstin.

Çeteyên DAIŞ’ê bi armanca wêrankirin û dagirkirina Kobanê di Çileyê 2014’an de êrîşî bajarokê Sirînê û gundewarên wê kirin.

15’ê Îlonê çeteyan bi hemû hêza xwe ya leşkerî dest bi êrîşên li ser Kobanê kirin.

Di encamê de gelê Kobanê koçberî Bakurê Kurdistanê bûn.

Çeteyan hemû cureyên çekên giran bi kar anîn, 5’ê Cotmehê 9 hezar çete derbasî Kobanê bûn û şerê kolanan dest pê kir.

Li hember vê şervanên YPJ’ê û YPG’ê bi vîna xwe şerê hebûn û azadiyê meşandin.

Di vê rojê de Kobanê mohra xwe li sedsala 21’an xist

Asta berxwedana ku şervanan nîşan dida bandoreke mezin li raya giştî kir.

Koalisyona Navneteweyî ji aliyê hewayî ve alîkarî da şervanan.

Destana Kobanê wîjdanê bi hezaran welatên Ewropa û Rojhilata Navîn hişyar kir.

Lewra 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hat ragihandin.

Piştgirî û baweriya Kurdistaniyan û cîhanê ya bi şervanên YPJ’ê û YPG’ê vediguhere israra serkeftinê.

Şervanan ji 11’ê Cotmehê heta 19’ê Cotmehê kolanên sereke û stratejîk rizgar kirin û hêza çeteyan şikest.

27’ê Çileya 2015’an de bi berdelên giran şervanên YPJ û YPG’ê mizgîniya serkeftina şervanan a li dijî DAIŞ’ê û rizgarkirina Kobanê ragihandin.

Şervanên YPJ’ê nasnameya jina Kurd nûjen kirin

Şerê Kobanê bi fermandar û pêşengên jin navdar e.

Çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan ku 5’ê Cotmehê li Miştenûrê pêk anî, cîhan hejand.

Li ser şopa Arîn, gelek jinên mîna Rêvan, Rûken Sîpan, Zehra Penaber û hwd, canê xwe feda kirin.

Li rex van, 486 şervan di rizgarkirina kela berxwedanê Kobanê de şehîd ketin.

Di her kolaneke bajarê Kobanê de şop û bîranîneke şer ên şervanan heye.

Yek ji cihên girîng, sereke û nîşaneya serkeftina berxwedana Kobanê ye Qada ‘Jina Azad e’.

Piştî şikandina çeteyên DAIŞ’ê di Kobanê de, şervanên YPJ û YPG’ê biryara têkbirina çeteyan û rizgarkirina gel didin.

Li ser vê bingehê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê dest bi pêngavên rizgarkirina bajarên di bin destê DAIŞ’ê de kirin.

Bi vî rengî jî berxwedana Kobanê bû çavkaniya xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê û riya ber bi rizgarkirin û avakirina tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Lewra bi piştgiriya tevahî cîhanê roja 1’ê Mijadarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin.

Dewleta tirk piştî têkçûna DAIŞ’ê dest bi gef û êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Tevî ku 5 sal li ser têkçûna DAIŞ’ê re derbas bû, îro dîsa jî dewleta Tirk bi serkêşiya serokê wê Erdogan hewl didin careke din rih bidin DAIŞ’ê.

Ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê li tevahî cîhanê jî mînaka her ber bi çav jî bûyerên Firansayê ne.

Li vir ev pirs derdikeve, di wê demê de ji bo têkbirina DAIŞ’ê bi piştgiriya cîhanê weke roja cîhanî ya Kobanê hate ragihandin, di vê demê de ji bo ku careke din DAIŞ venegere gelo piştgiriyeke çawa tê xwestin؟

Back to top button