ERDOGAN LI BURDURÊ CAREKE DIN GEFA DAGIRKERIYÊ XWAR

Dewleta tirk a dagirker ya ku ji bo dagirkeriya bakur û rojhilatê sûrî ji derve piştevanî ne girt, careke din gefa dagirkeriyê xwar.

Serokkomarê dewleta tirk a dagirker Erdogan îro di mitîna hilbijartina herêmê ya partiya xwe li Burdurê de axivî.

Erdogan di mitîngê de careke din gefa dagirkeriyê li ser xaka bakurê û rojhilatê Sûrî xwar û got;

Çi dibe bila bibe ew ê rênedin li bakur û rojhilatê Sûrî rêvberiyek demokratîk were avakirin.

Erdoganê ku Minbic jêre weke xewnekê lê hatiye disan got:

Ew ê bi ti awayî hebûneke demokratîk li bakur û rojhilatê Sûrî nepejirênin.

Çi dibe bila bibe emê li dijî vê şer bikin.

Di axaftinên Erdogan de nakokiyên di nav bera wan û Emerîkayê de û bi taybet li ser mijara fuzeyên S 400 jî xuya dike.

Beriya 2 rojan Cîgirê Serokê DYA’yê Mîke Pence li ser kirîna çekan ji Rûsiya gef li tirkiye xwaribû.

Leave a Reply

Back to top button