Piştî berxwedana Kobanê doza Kurd bû dozeke cîhanî

Hevserokê PYD’ê Enwer Muslim Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û da zanîn ku piştî berxwedana Kobanê doza Kurd bû dozeke cîhanî.
Ji bo parstina destkeftiyên berxwedana Kobanê û piştevaniya navnetewî Muslim banga piştgiya bi QSD’ê û Rêveberiya Xweser kir.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û da zanîn ku piştî berxwedana Kobanê doza Kurd bû dozeke cîhanî.

Enwer Muslim diyar kir ku ji bo mîna komkujiya Şengalê dubare nebe, hişt ku alîgirên demokrasî û mirovahiyê li sedan bajaran piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê.

Muslim îşaret pê kir ku piştgiya cîhanê di aliyê siyasî de ji bo gelê Kurd, nuqteyeke veguherînê di doza Kurd de li ser asta cîhanê ye û wiha got:

Piştgiriya cîhanê ya di aliyê siyasî de wê dide nîşandan ku, gelên cîhanê êdî li benda hikumetên xwe neman ku biryara piştgiriyê bide, lê belê yekser helwesta xwe diyar kir. Mîna vê piştgiriyê nuqteyeke veguherînê di doza Kurd de li ser asta cîhanê ye, êdî doza Kurd nema rehînê berjewendiyên dewletên herêmê ye.

Hevserokê PYD’ê destnîşan kir ku berxwedana Kobanê û piştgiriya navneteweyî roleke mezin di rakirina tarîtiya li ser doza kurdî lîst.

Enwer Muslim bibîrxist ku AKP’ê ji piştgiriya navnetewî ya bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ditirse, anî ziman ku bineketin DAIŞ’ê li Kobanê bandoreke neyinî li wan û siyasetên hin dewletan kir.

Enwer Muslim: Divê em destketiyên berxwedana Kobanê biparêzin

Li gorî Muslim, ji bo parastina vê piştgiriyê têkoşîna fikirî û rêveberî ya hevpar tê xwestin da ku ew bibin bingeha yekemîn a Sûriya pêşerojê û li dijî tekoşîna xwe xurtir bikin.

Hevserokê PYD’ê Enwer Muslim dibêje:

“Divê em li kêleka QSD’ê bin ku sîwan û hembêzgeha hemû pêkhateyan e.

Em destekê bidin saziyên Rêveberiya Xweser da ku destkeftiyên berxwedana Kobanê û piştevaniya navnetewî biparêzin.”

Back to top button