Dozgerê Tirk derbarê Heqî Boltan de îdianame amade kir

Dozgerê Desthilata AKP’ê a faşîst derbarê rojnamevan Heqî Boltan de bi hênceta daxuyaniyên çapemeniyê yên ku Boltan tevlî wan buye û parvekirinên medya civakî îdianame amade kir.

Di 30’yê Îlonê de li Amedê polîsan bi hinceta tevli çalakiyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûne avêtibûn ser gelek malan û 14 kes binçav kiribûn. Yek ji van kesan jî rojnamevan Heqî Boltan bû. Dozger der barê Boltan de îdeaname amade kir û Dadgeha Cezayê Giran a 10’an a Amedê jî îdianame qebûl kir.

Di îdianameyê de delegetiya Boltan a KCD’ê, beşdarbûna wî ya du daxuyaniyên çapemeniyê û parvekirinên wî yên medya civakîsûc hatine hesibandin.

Di îdianameyê de hatiye xwestin ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û nîvan heya 15 salan ceza li Boltan bê birîn.

Rûniştina ewil a dozê dê di 24’ê Sibata 2021’ê de li Dadgeha Cezayê Giran a 10’an a Amedê bê lidarxistin.

30’yê Cotmehê jî dozgeriya Tirk ji ber xebatên rojnamegeriyê derbarê Ebdurehman Gok de doz vekiribû û ji 7 heta 20 sal ceza xwestibû.

Back to top button