KCK: Emê xeyalên Kerîm yên yekîtiya Kurdî pêk bînin

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê, ji ber wefata waliyê berê yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm peyama sersaxiyê weşand.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Dr. Necmedîn Kerîm heta kêliyên dawî yên emrê xwe, ji bo naskirina destketiyên gelê me yê li çar parçeyan xebitî.

Di vê têkoşîna xwe de timî bi me re jî di nava têkiliyê de bû û pêşengî ji gelek karên hevpar re kir.

KCK’ê dubare sersaxî ji malbata Necmedîn kerîm re xwest û diyar kir ku ewê karên bingehîn ên Birêz Kerîm yên ji bo afirandina yekîtiya neteweyî pêşxistibûn bibin serî û yekîtiya Kurdî pêkbînin.

Back to top button