Komîteya Lîbî ya hevbeş 5+5 sibe Duşemê der barê çareseriya aloziya welêt de, li bajarê Xedamis ê Lîbî civînekê li dar dixe.
Li gorî şandeya NY ya piştgiriyê, Komîteya 5+5 cara yekem e ku li Lîbyayê civînekê li dar dixe.
Şandeya NY diyar kir ku civîn, 2 Mijdarê ango sibe dest pê dike û heta 4 Mijdarê dê bidome.
Şandeyê da xuyakirin ku beşdarên civînê, wê pêkanîna agirbesta mayinde, avakirina komîteyên şaxî û mekanîzmeyên çavdêriyê gotûbêj bikin.
Şandeyê destnîşan kir ku nûnera taybet a sekreterê giştî yê NY Stephanie Williams jî wê li diyalogê amade bibe.
Hemwextî vegera serokê hikûmeta Wîfaqê Fayiz El-Serac ji pêşkêşkirina istîfaya xwe, ev geşedan rû didin.