Macron: Bi saya QSD’ê me têkoşîna li dijî DAIŞ’ê kir

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku bi saya Hêzên Sûriya Demorkratîk-QSD wan li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîn kir.

Macron di hevdîtinek taybet bi televizyona El-Cezîrê re balkişand li ser rola QSD’ê ya di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de.

Macron got:

“Em nêzî serkeftina bidawîkirina çeteyên DAIŞ’ê bûn, lê ji ber dagirkirina dewleta Tirk ji herêmên Sûrî re têkoşîna li dijî DAIŞ’ê asteng bû.”

Serokkomarê Fransayê destnîşan kir armancên dewleta Tirk ên Emperyalîst li Sûriyê hene û siyaseta rêjîma Erdogan a dijminahî li herêmên Rojhilata Navîn rexne kir.

Back to top button