QSD’ê bi hevkariya li gel hêzên Asayîşê re 7 kesên ku di saziyên leşkerî û parastinê de hewildidan diziyê bikin, girtin.
Navenda Ragihandina QSD’ê li ser girtina van kesan daxuyaniyek nivîskî weşand.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
Di nav hêzên QSD û Asayîşê de hinek kesên ku di xebatên xizmetgûzarî de cihê xwe digirtin, hewldan diziyê bikin û erka xwe ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bikar bînin.
QSD’ê diyar kir ku ev kes ji aliyê komîteya wan a şopandinê ve hatin tespîtkirin û girtin.