PDK’ê bi fermana dewleta Tirk 20 kesên ji wargehê revandin

PDK, weke Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê li dijî Wargeha Penaberan ya Mexmûrê jî di nava dijminatiyê de ye. PDK a ku zêdeyî sal û nîv e bi fermana dewleta Tirk ku Mexmûr dorpêç kiriye, niha jî şêniyên wê digre û direvîne.
Asayîşa PDK’ê 11’ê Cotmehê 20 kesên ji wargeha Mexmûrê dema ku diçûn Hewlêrê revandin.

PDK a ku roj bi roj başûrê Kurdistanê pêşkêşî dagirkeriya dewleta Tirk dike, bi fermana dewleta Tirk jî li dijî Kurdên çar parçeyan di nava dijminatiyê de ye.

Bi hezaran şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk ya dagirker cih û warên xwe terikandin û kampa Mexmûrê avakirin, niha jî li ser fermana dewleta Tirk her roj rastî zilm û zordariya PDK’ê tên.

Zêdeyî sal û nîve ji ber kuştina kujerekî Kurdan yê MÎT a Tirk, PDK’ê dor li Memûrê girtiye û ambargo danîye ser. Her roj zext û zorê li şêniyên wargehê dike.

Herî dawî jî asayîşa PDK’ê 20 kesên ji kampê li ser benda kontrolê ya Hewlêrê sekinandin û ew revandin.

Li gorî agahiyên ku Komîteya Karê Derve ya wargeha Mexmûrê daye ANF’ê kesên hatine revandin 5 ji wan jin in û 15 jî mêr in.

Hate diyarkirin ku ji wan 15 kes xwendekar in û yên din jî karker in.

Ev gava PDK’ê hemwextî operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk, pêk tê.

Navê kesên hatine revandin wiha ne,

Hacî Yildirim

Aycan Çelebî

Seîd Kara

Ebdulkerim Kara

Sadiq Bulut

Aydin Apaydin

Orhan Bûlût

Rûken Ustun

Karoş Rustem

Şivan Mihemed

Zîlan Salih

Qeder Salih

Mahir Spêrtî

Xurbet Tunç

Rûbar Sadiq

Ihsan Şêx Silêman

Eşref Korhan

Yûsif Cemal

Delîl Çiya

Back to top button